Li Girê Spî du têkoşer hatin oxirkirin

GIRÊ SPΠ– Welatiyên Girê Spî cenazeyên du şervanên QSD′ê li goristana Şehîd Mehmûd Tumê, oxir kirin.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(1)‬ ‫‬

Welatiyên bajarê Girê Spî li çerxerêya Elem kom bûn, tevlî kawranê şervanên QSD′ê Bîlal Mihemed El-Mudehî û Mihemed Cûma Mihemed ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bûn û berê xwe dan goristana Şehîd Mehmûd Tumê.

Girseya gel dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin û alên QSD/YPG/YPJ/PYD′ê, Hêzên Asayîşê û Tirafîkê hildan.

Di merasîma oxirkirinê de, Hevserokê Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Hemdan El-Ebid, Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selahedîn Firat, Fermandarên YPG/YPJ/QSD/HPC′ê û Hêzên Xweparastinê amade bûn.GIRE SPI-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(140378625)‬ ‫‬

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navên Saziya Malbatên Şehîdan, Meclîsa gundê Elî Baciliyê û TEV-DEM′ê, axaftin hatin kirin, sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û bal hat kişandin ser rola şehîdan di rizgarkirina herêmê ji terorê û belavkirina ruhê biratiya gelan de. Her wiha soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê hat dayîn.

Di dawiyê de, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …