Li gelek taxan şer dijwar e, nexweşxaneyek hat rizgarkirin

REQA – Li gelek taxên bajarê Reqayê şerekî dijwar rû dide, di encamê de 32 çete hatin kuştin û nexweşxaneya Mûwasa hat rizgarkirin.

Li taxên Emîn, Hena, Nehda û Rewda di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar rû dide. Di encamê de 32 çete hatin kuştin û nexweşxaneya Mûwasa ya dikeve navbera taxên Emîn û Sekenê hat rizgarkirin.

Di şer de şervanekî QSD′ê şehîd bû, du şervan birîndar bûn û şer didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …