Li gelek eniyên Efrînê şerên giran rû didin

EFRÎN – Li gelek eniyên kantona Efrînê di navbera şervanên YPG û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin. Her wiha balafirên şer ên artêşa dagirker gund û navçeyên Efrînê bombebaran dike.

Eniya Bilbilê

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker vê sibê seranserî eniya navçeya Bilbilê bombebaran kir. Her wiha li gundên Uga Qestelê, Çulaqa Xidriya, Şerqiya ta gundê Baxçe şerên giran rû didin.

Eniya Şera

Di saet derdora 05:00`an de, li gundên Îkidamê, Erebwêran, Dirsewan û girê Şimşekê şerên giran rû dan. Di heman demê de, balafirên şer ên artêşa dagirker li herêma navborî bombebaran kirin.

Eniya Raco

Li tevahiya eniya Raco şerên giran di navbera şervanên YPG û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Her wiha bombebaran û topbaran li ser eniya Raco û li ser navenda navçeya Raco jî dewam dike.

Eniya Şiyê

Îro di saet 05:00`an de, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Hêkçê bombebaran kir. Di heman demê, li wê eniyê şer di navbera YPG û dagirkeran de dewam dike.

Eniya Mabata

Her wiha li eniya Mabata jî şerên dijwar rû didin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …