Berxwedana Serdemê ya li hember êrîşên li ser herêma Efrînê di roja 12′emîn de didome û li gelek eniyên berxwedanê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk a dagirker de diqewime.
Eniya Bilbilê
Ji saetên sibehê li navçeya Bilbilê ya dikeve Bakurê bajarê Efrînê şerekî dijwar li gundên Qurnê, girê Şêxorzê û Ebûdanê şerekî dijwar rû dide. Çavkaniyan ji herêmê ragihand ku bi şerê dijwar hemwext, Artêşa dagirker û terorîstên bi top û balafiran navçe hedef digirtin û da zanîn ku di encamê de du sivîl şehîd bûn û hejmarek sivîl jî birîndar bûn. Birîndar li noqteyên Heyva Sor a Kurd têne dermankirin.
Çavkaniyan her wiha da zanîn ku di encama êrîşan de ziyan gihîşt malên welatiyan.
Şerê li navçeyê didome û di heman demê de balafirên şer û yên keşfê yên Artêşa Tirk a dagirker li asîmanê navçeyê digerin.
Eniya Şera
Li navçeya Şera ya dikeve bakurê bajarê Efrînê jî şerekî dijwar li derdora gundên Bîr Elî û Dêr Sewan didome. Li aliyekî din jî Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê topan davêjin navçeyê.
Eniya Cindirêsê
Li herêma Cindirêsê ya dikeve başûr bajarê Efrînê jî Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê gundên Hesrîkê, Baflûrê û navenda herêma Cindirêsê bi obîsan topbaran dike. Di encamê de ziyan gihîşt malên sivîlan.
Niha li herêmê bêdengiyek heye.