Li Efrînê sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk didomin

Revandin û talankirin, qedexeya derketina derve li herêma Cindirêsê, birîna darên ku temenê wan sed sal e û destdanîna ser zeviyên çandiniyê yên şêniyên Efrînê, berdewam dikin.

EFRÎN

Ji roja dagirkirina kontana Efrînê ji hêla Tirkiye û çeteyên wê ve, rewşa şêniyên Efrînê roj bi roj xerabtir dibe. Dagirker binpêkirin û sûcên der heqê şêniyan de didomînin.

Ji binpêkirinên herî dawîn ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatin kirin, çeteyên bi navê Cebhe El-Şemiyê yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê roja Şemiyê 2 sivîlên ji gundê Dîkmedaş ê girêdayî navçeya Şera yên bi navê Xelîl Enwer Hesen xwediyê dikana xwarinê û Qinbir Mihemed Ehmed ji ber sedemên nediyar revandin û birin cihekî nediyar.

Di heman demê de, li gorî agahiyan gelek ciwanên ji navçeya Bilbilê û gundê herêma Raco hatine revandin, lê heta niha navên kesên ku hatin revandin û hejmara wan nehatin zanîn.

Li aliyekî din jî, li herêma Cindirêsê beriya niha bi 2 rojan şerekî giran di navbera çeteyên  Nûredîn El-Zinkî û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de rû da, ji ber vê yekê dagirkeriya Tirkiyê qedexeya derketina derve ragihand. Heta îro qedexeya derketina derve dewam dike.

Li navçeya Mabata jî şêniyê bi navê Elî Qilindir dema ku pezê xwe diçêrand, çeteyên Tirkiyê golu lê reşandin û ew birîndar kir.

Çeteyên Tirkiyê bêyî tu sedeman guleyan berdidin her derê û ji ber vê gelek caran sivîl bi guleyên wan ên bêserûber têne qetilkirin û hin ji wan jî birîndar dibin.

çeteyên artêşa Tirk a dagirker dareke ku temenê wê zêdetirî 200 sal e li nêzî gundê Meydankê ya navçeya Şera birî û kir êzing. Ew dar ku dirêjiya xwe 30 metre bû, yek ji cihên dîrokî yê gelê Efrînê bû û ew dar li hemû kantonê navdar bû.

Li aliyekî din jî, çeteyên Tirkiyê Fesîl El-Şerqiyê bi fermandariya Ebû Yezen El-Şemî dest danî ser zeviyên çandiniyê, çeteyan bi hinceta ku xwediyê wê tune ye, wan ji xwe re çand û berhemên wê talan kirin. Lê zeviyên ku xwediyên xwe hene jî, çeteyan dest danî ser.  Çete îdia dikin ku Ebû Yezen berpirsê aboriya Efrînê ye û ji mafê wî ye ku dest deyne ser zeviyan.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya ferzkirina materyalên îslamî û zimanê tirkî li dibistanên Efrînê, guhartina demografiya Efrînê didomînin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …