Li Efrînê komkujî: 3 şehîd, 11 birîndar

EFRÎN – Di encama bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Cilbere ya Şêrawa de 3 sivîl şehîd bûn û 11 sivîlên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyan  raghandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Cilbere bombebaran kir. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 11 sivîlên din jî birîndar bûn.

Birîndar niha li nexweşxanê tên dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa hin birîndaran xeter e.

Ji sivîlên ku şehîd bûne, Ehmed Ehmo yê ji gundê Celbere  hate naskirin.

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …