Çavakaniyek ji gundê Şîketa yê girêdayî navçeya Mabata da zanîn ku çeteyan 3 jin di nav de yek du canî bû tecawiz kir. Jin du canî ku hate tecawizkirin zaroka xwe ji ber wê çû. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan bi bahaniya lêpirsînê 13 keç ji heman gundê girtin û çarenûsa wan ne diyar e.

Li aliyekî din jî, çeteyan 3 jinên ciwan di nav de mamosteya zimanê Kurd navê wê Xenîma ye û 4 xort ji gundê Ubeydan ê navçeya Bilbilê girtine. Çavkaniyan diyar kirin ku çarenûsa girtiyan ne diyar e.

Li gundê Kurdo yê girêdayî navçeya Bilbilê jî, çeteyan qedexekirina derve li şêniyan feriz kirine û nahêlin ku ti kes derbasî gund bibin. Çeteyan nasnameyên hin sivîlan jî desteser kirin.

Li gorî çavkaniyan, derdora 30 kes li gund Kurdo mane. Artêşa dagirker siyaeta birçîkirinê li ser wan dimeşîne ku rojane 20 parçe nan li wan belav dike.

Li gundê Sorkê yê girêdayî herêma Raco, çete hin biryar li ser welatiyan feriz kirine, ji wan; qedexeye ku gel ji saetên di navbera 11:00 heta 14:00 de ji malên xwe derkevin. Her wiha 3 ciwan girtin. Her sê ciwan di girtîgeha Ezazê de, di 3 rojan de hatin êşkencekirin.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker malbatên çeteyan ên ji Xûta Rojhilat li gundê Sorikê bi cih kirine.

Hin çavkaniyan dane xuyakirin ku 3 bira ji gundê Holîlê yê herêma Racoyê ku karê barbariyê dikirin girtin. paşê yek ji wan hate berdan û du çarenûsa wan ne diyar e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ