Li Efrînê 9 leşkerên din ên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin kuştin

EFRÎN – Şervanên QSD`ê hewldaneke din a  artêşa Tirk a dagirkirina Efrînê têk birin. Di encama şerê giran  ku heta niha dewam dike de 9 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

 Çavkaniyan raghandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din hewl da  gundê Şadiye yê herêma Raco û gundê Kirdo û Edame yên navçeya Bilbilê dagir bikin. Şervanên QSD`ê bersivên tund dane êrîşan û di encamê de 9  leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê li Kirdo û Edame hatin kuştin.

Li gundên navborî şerên giran rû didin.

Ji aliyekî din ve jî, fermandarên QSD`ê yên kantona Efrînê gotegotên dezgehên çapemenî yên dewleta Tirk a dagirkirina gundê Edame û Şingêlê yên navçeya Bilbilê derewandin û tekez kirin ku her du gundên navborî di bin parastina hêzên wan de ye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …