Di çarçoveya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me di dîrokên 16 û 17’ê mehê de, bi du çalakiyên cuda artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hedef girtin. Agahiyên di derbarê çalakiyan de wiha ne;
1- Di roja 16’ê Cotmehê de yekîneyên me, kombûneke çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Kîmarê ya ser bi navçeya Şêrawa ve hedef girtin. Di encama çalakiyê de pevçûneke demkurt hat jiyankirin û 4 çete hatin kuştin.
Navê 3 çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Ebdillah Marî, Mihemmed Silêman, Ebû Yaqûb Hemze. Her wiha di heman çalakiyê de 3 çete jî brîndar bûn.
2- Di roja 17’ê Cotmeh’ê de hêzên me li gundê Kefr Nebo ya ser bi navçeya Şêrawa ve li hember seyareyeke leşkerî ya koma Feylaq Şam çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de seyare hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Her wiha 2 çete jî brîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê
18’ê Cotmehê 2018’an