Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û daxuyanî wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwdana Serdemê li Efrînê hêzên me li navçeyêm Raco û Şera yên ser bi Efrînê ve li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê çalakiyên bi bandor pêk anîn.
- Roja 24’ê Îlonê hêzên me, li ser rêya di navbera gundê DêrSiwan a girêdayî navçeya Şera li hember koma çete ya bi navê Firqet Hemze çalakiyek kemîn pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên di hundirê seyareyekê de hatin kuştin û 3 çekên tîpa AK-47 hatin desteserkirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Emîr el-Ferec, Sadik el-Şerîf, Mesûd el-Sayex.
Di heman rojê de yekîneyên me li hember koma Firqet Hemze li bejahiya gundê Hec Xelîl a bi ser navçeya Raco ve çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
- Di roja 25’ê Îlonê de hêzên me li herêma Nebî Hûrî ya ser bi navçeya Şera ve li hember koma çete ya bi navê Sultan Ebdulhemîd çalakiyek sûîkastê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Elî el-Omer yê ku bi eslê xwe ji Helebê ye, hate kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG |
25 Îlon 2018