Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin

 

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên xwe didomînin.

Di rojên 16 û 17’ê mehê de, di encama du çalakiyên cûda yên ku ji alî hêzên me ve hatin li dar xistin de leşkerek û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Agahiyên di derbarê çalakiyên ku hatine li dar xistin de,  wiha ne;

 

1. Di roja 16’ê Cotmehê de hêzên me li bejahiya navçeya Raco li hember seyareyeke leşkerî ya ku hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê de bûn çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerek Tirk hate kuştin û seyare hate rûxandin.

 

2. Di roja 17’ê Cotmehê de yekîneyên me li navçeya Mabata ya ser bi Efrînê ve li hember seyareyeke leşkerî ya koma bi navê Silêman Şah çalakiyek din a sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de ew seyare jî hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

19’ê  Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …