Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê didomînin.

Di dîroka 11 û 12’ê Cotmehê de yekîneyên me li gundê Xezawiyê û herêma keleha Nebî Hûrî du çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di derbarê çalakiyên hatin li darxistin de;

 

1. Di dîroka 11’ê Cotmehê de yekîneyek me li gundê Xezawiyê yê girêdayî Efrînê çalakiyeke sekvaniyê li dijî berpirsyarê bendê kontrolê û endamê koma çete ya bi navê Feyleq el Şam li dar xist. Di encamê de çeteyê bi navê Mahir Ibrahîm ku ji xelkê Idlibê ye hate kuştin.

 

2. Di dîroka 12’ê Cotmehê de yekîneyek me li herêma keleha Nebî Hûrî ya girêdayî navçeya Şera kemînek ji çeteyên Firqet el Hemze li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û nasnameya wan bi vî rengî ye; Mihemed Elêwî ji herêma Humsê ye, Ebid Ehmed ji herêma Idlibê ye.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê 

13’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …