Li du taxên Reqqayê şerên giran didomin, 16 çete hatin kuştin

 

REQQA – Şerê li taxên Betanî  û El Berîd bi dijwarî didome. Di şer de heta niha 16 çete hatin kuştin. Li başurê Reqqayê şervanan depoyek cebilxaneya çeteyan desteser kir.

Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê ket roja 14’an.

Duh êvarî saet 19:40’an çeteyên DAIŞ êrîşî taxên Betanî (El-Beyatra) û El-Berîd kirin. Li ser bersivdayîna şervanên QSD`ê   li herdu taxan şer derket. Şer heta van kêliyan jî bi dijwarî didome. Hat zanîn ku heta niha li herdu taxan herî kêm 16 çete hatine kuştin û termê 4 çeteyan ketine destê şervanan.

Duh êvarî jî maşîneyek bombebarkirî li taxa Betanî (El-Beyatra) a aliyê rojhilatê Reqqayê  hatibû îmhakirin.

Şerê dijwar li herdu taxan didomin.

Ji bilî rojhilat û rojava, şervanên QSD’ê ji milê başurê bajar jî pêşdeçûna xwe ya ber bi navenda Reqqa didomînin. Ev şev û rojeke li vî milî şer diqewime. Tê gotin ku di şer de gelek çete hatine kuştin û depoyek cebilxaneya çeteyan a ku gelek guleyên hawanê, çek û cureyên fîşekan tê de ye ketiye destê şervanan.

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …