EFRÎN – Li derdora gundê Qurnê, Girê Şêxurzê û Ibêdan ên girêdayî Bilbilê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê de şerên giran rû didin.
Her wiha di saetên sibê artêşa Tirk a dagirker navçeya Bilbilê bi balafir û tangan bombebaran û topbaran kir. Tê gotin ku sivîlên şehîd û birîndar hene.
Topbaran li ser herêmê dewam dike.