EFRÎN – Li derdora gundê Edamê ya Raco di navbera şervanên YPG û artêşa Tirk a dagirker de şerên giran rû didin.
Artêşa Tirk ji saetên sibê de hewl dide bikeve gundê Edamê ya Raco ya kantona Efrînê, lê hewldanên wan li hemberî berxwedaniya şervanên YPG û YPJ`ê têk diçin.
Li gundê navborî şer giran e.