Li Derazorê 2 gund hatin rizgarkirin û 9 çete hatin kuştin

DÊRAZOR– Şervanên QSD‘ê û Meclîsa Leşkerî a Derazorê  li rojhilatê Derazorê pêşdeçûna xwe didominin. Şervanan  du gundên din rizgar kirin.

Pengava Bagera Cizîrê di roja 33’an de bi pêşveçûnên şervanan didome.

Şervanên QSD‘ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor di çarçoveya pengava Bagera Cizîrê de vê sibê ji aliye baskê Mergeda ve gunde Kobra ku dikeve ser ava Xaburê, ji aliya baskê Ebû Xeşeb ve jî gundê Mewalîh ku dikeve bakurê bajorokê Siwarê rizgar kirin.

Her dû bask jî duh siharê ketibûn harekete û her du gundan de rojek sax şêr û pêvçunên giran rû dabûn.

Di encamê şerê li gundê Mewalih 9 çete hatin kuştin, li gundê Kobra panzerekî ji bo taqamenî hatibû amedekirin ji aliye şervanên vê hat imha kirin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …