EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku heta niha li ser gundên Misriyê û Dîr Belot ên Cindirêsê dewam dike, 2 jin û 2 zarok şehîd bûn û gelek sivîlên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan dibe ku hejmara şehîd û birîndaran zêde bibe.
Nasnameya hin kesên ku birîndar bûne ev in: Aya Nebo 7 salî, Besma Mihemed Mezo, Mustefa Ibn Hemo, Mihemed Reşîd Hesen 45 salî, Hesen Hisên Mihemed 55 salî.
Topbaran dewam dike.