Li Cerablûsê çeteyên Tirk  jineke ciwan kuştin

ŞEHBA – Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker piştî ku jineke ciwan direvînin, wê dukjin û cenazeyê wê tavêjin çemê Firatê.

Jinên Cerablûsê çawa ku li ser destê çeteyên DAIŞ`ê zulim û tade dîtine,  niha jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne revandin, tecawizkirin û kuştin.

Çavkaniyên herêmî yên ji Cerablûsê raghandin ku duh şêniyên Cerablûsê yên ku malên wan li ber ava Firatê ne cenazeya jineke ciwan di çemê Firatê de dîtin.

Her wiha çavkaniyan agahî dan ku piştî şêniyan cenazeya jina ciwan ji avê derdixin, şopên işkence li ser canê wê dibînin û wiha pê de çû:ʺÇeteyên girêdayî Tirkiyê jina ciwan direvînin, dest tavêjin wê û piştre wê dukjin û termê wê tavêjin ava Firatêʺ.

Çavkaniyên herêmî agahî dan ku jinên li kampa Cerablûsê ya koçberan dimînin herî zêde rastî van kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê tên.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …