Li Baxozê komeke din a çeteyan radestî QSD`ê bûn

Duh komeke çeteyên DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji dewletên erebî û biyanî ne, li gundê Baxozê xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

DÊRAZOR

Piştî ku şervanên QSD`ê dor li çeteyên DAIŞ`ê li bejahiya Dêrazorê teng kir, roj bi roj çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.

Li gundê Baxoza Jorîn şervanên QSD`ê korîdorên mirovî vedikin û sivîlan rizgar dikin. Lê ji aliyekî din ve jî hin çeteyên DAIŞ`ê heta niha li gund mane. Duh (roja çarşemê) bi dehan çeteyên DAIŞ`ê yên ji dewletên erebî û biyanî, xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

Der barê hejmara çeteyan û detayên giştî de fermandariya QSD`ê tu agahî nedan.

Yek ji fermandarên QSD`ê diyar kir ku çeteyên hatine girtin, bi wan re belgeyên ku tevlêbûna wan a nava DAIŞ`ê îsbat dikin, hebûn. Her wiha alavên ku DAIŞ`ê di şer de bikar dianîn, bi wan re hatin girtin.

Li gundê Baxoza Jorîn di van kêliyan de şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Çeteyên DAIŞ`ê sivîlên ku di gund de asê mane, wek mertalên zindî bi kar tînin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …