EERÎN – Li navçeya Şêrewa gundê Basilê di van kêliyan de şerekî dijwar di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû dide. Di encama şer de panzêrke û erebeyeke doçka ya dagirkeran ket destê şervanan.
Di şer û pevçûnên duh, li tevahî eniyên herêma Efrînê, Şiyê, Cindirêsê, Mabata, Bilbilê, Şera, Raco de 25 leşkerên artêşa Tirk û 46 çeteyên girêdayî wê hatin kuştin.