Li bajarê Tebqayê cerên gazê hatin belavkirin

   BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê- REQQA – Komîteya Sotemenî ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê, hezar û 200 cerên gazî bi rêya komîteyên xizmetguzarî di meha Remezanê li şêniyên Tebqayê belav kir.

Komîteyên xizmetguzarî yên taxên Tebqayê, navên şêniyên qeyd kirin û ji Komîteya Sotemenî ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê re, pêş keş kirin. Komîteya Sotemenî jî gaz ji Kantona Cizîrê anî û bi rêya 11 komîteyên xizmetguzarî  hezar û 200 cerên gazê ku hatin, belav kir.

Komîteya Sotemenî wê di rojên pêş de jî, careke din cerên gazê bi temenekî guncev belav li şêniyan belav bike.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagir kirin, gelek astengî di peydakirina cerên gazê dîtin û her ku diçû amborgeya li ser herêmê zêde dibû.

 

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …