Li aliyê Dêrikê di navbera YPG û Artêşa Tirk de şer derket

QAMIŞLO – Artêşa Tirk nuqteyeke YPG’ê ya li herêma Dêrikê hedef girt û di navbera wê û YPG’ê de şer derket.

Çavkaniyeke di nava YPG’ê de diyar kir ku leşkerên Artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke Yekîneyên Parastina Gel a li gundê Xerabreşkê yê herêma Dêrikê ku dikeve ser Çemê Dîcleyê hedef girtin.

Heman çavkaniyê got ku YPG’ê jî bersiva êrîşa Artêşa Tirk daye û herdu alî hêzên xwe dikişînin herêmê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …