Li 5 taxên Reqa’yê şerên dijwar: 47 çete hatin kuştin

REQA – Ji şeva din ta vê kêliyê li 5 taxên Reqayê şerên dijwar rû didin. Di şerê li wna taxan de heta niha 47 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên QSD`ê.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê  ku di 6’ê Hezîranê de destpêkiri bû, bi pêşketinên şervanan û bidestxistina serkeftinan berderwam dike û şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin.

Di vê çerçoveyê de ji şeva din heta sere vê sibehê li taxên Mirûr, Emîn, Nehda, Sekene û Mansur ên navenda bajêr şerên dijwar rû didin. Di encama şer li 5 taxên navborî de 47 çete hatin kuştin û termê 36 çeteyan ket destê şervanan.

Her wiha li taxên navborî gelek çek û cebilxane ket destê şervanan. Çek û cebilxaneyên ku ketine destê şervanan wiha ne: Çekeke doçka, 4 çekên RBC, 4 hezar mermiyên kalaşnikof, 3 hezar û 500 mermiyên BKC.

Şervanên QSD her wiha li taxa Mansur balafirek keşfê xistin xwarê û 2 erebeyên bombebarkirî li taxa Sekene beriya ku bigihêjin armancê,  ji aliyê şervanan ve hate desteserkirin.

Li taxên navborî şer bi pêşketinên şervanên  QSD`ê, dewam dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …