Li 5 taxên Reqayê şer didome: 17 çete hatin kuştin

REQA – Li 5 taxên Reqayê yên rojava, rojhilat û bakur şer diqewime û di encama şerê duh de jî 17 çete hatin kuştin.

Hemleya rizgarkirin Reqayê di roja 75`an de dewam dike. Di vê çarçoveyê de duh nîvro li  taxa Mansûr a rojhilatî bajêr şerekî demkî rû da di encamê de 7 çete hatin kuştin û erebeyek bombebarkirî hat ruxandin. Dîsa li heman alî li taxa Reşîd jî şer derket û 6 çete hatin kuştin.

Li taxa Berîd a bakur rojhilatî bajêr jî şer rû da, li vir jî yek jê segvan 4 çete hatin kuştin.

Şer Dîsa li hersê taxên navbihurî û li aliyê rojava li taxên Mirur û Nehda bi dijwarî destpê kiriye.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …