Li 4 taxên Reqqayê şerê giran: 38 çete hatin kuştin

REQQA – Li taxa El-Beyatra ya rojhilat û li taxên El-Berîd û Hitîn ên rojavayê Reqqayê ji duh nîvro ve şer bi dijwarî didome. Di şer de heta niha 38 çete hatine kuştin. Her wiha şervanên QSD’ê li rojava ketin taxa El-Qadîsiye.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê di roja 12’an de li herdu baskan bi şerê li 4 taxan berdewam dike.

Li taxa El-Beyatra ya rojhilat ji şevê din heta ber destê vê sibehê şerên dijwar didome. Tê gotin ku di şerê li vê taxê de gelek çete hatine kuştin, lê hejmarek zelal nehat bidestxistin. Di şer de şervaneke jî YPJ’ê şehîd bû.

Baskê ku ji rojavayê Reqqayê pêş dikeve ji duh nîvro ve li taxa El-Berîd ketiye nava şerekî giran. Di şerê navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê herî kêm 38 çete hatine kuştin. çeteyên ku derbên giran xwarin xwestin ku bi 2 maşîne û 2 motosikletên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan bikin. Şervanan derfet neda çeteyan û herdu maşîne û herdu motosikletên bombebarkirî beriya ku bigihêjin hedefa xwe îmha kirin.

Li heman taxê şervanan 2 kargehên çêkirina maşîneyên bombebarkirî tesbît kirin û piştî tedbîrên pêwîst herdu kargeh jî îmha kirin.

Di şerê şevê din a li taxa El Berîd de 2 şervanên QSD’ê şehîd ketin.

Baskê rojava li taxa Hitîn jî QSD`ê pêşdeçûna xwe dewam kir. Şervanan eniya şer fireh kirin û di  saetên sibehê ketin taxa El-Qadisyê.

Di van kêliyan de şervan li taxên El-Beyatra, El Berîd, Hitîn û Qedîsiyê yên rojavayê Reqqayê şer dikin û pêşde diçin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …