HELEB – Tevgera Civaka Dêmokratîk(TEV-DEM) û bi hevkariya Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê li bajarê Helebê, lehengên berxwedana 14`ê Tîrmehê, bi bîr anîn.
Bi boneya bîranîna şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê,TEV-DEM `ê bi hevkariya Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê li bajarê Helebê civînek ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd re, lidar xist. Civîn li qada şehîdan a taxê bi tevlîbûna şêniyan û nûnerên saziyan, hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, Endamê Meclîsa Leşkerî ya bajarê Helebê Botan Îbrahîm di civînê de axivî û û îşaret bi berxwedana dîrokê ya bi pêşengtiya Xêrî Durmûş, Kemal Pîr û Akif Yilmaz û pêşengên din li hemberî zulim û zordariya dewleta Tirk a dagirker li zindana Amedê, kir û got:”Bi saya wê berxwedana wan têkoşeran, îro şoreşa 19`ê Tîrmehê li dar e”.
Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got:”Berxwedan jiyan, ev jî lehengên zîndana Amedê isbat kirin û li ser esasî nirxekî şehîd bûn”.
Îbrahîm bang li gelê Sûriyê kir ku di bersivdayîna dijminahiya AKP`ê de, rihê şehîdên 14`ê Tîrmehê ji xwe re bikin mînak.
Civîn bi siloganên “Şehîd Namirin” û banga azadiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullh Ocalan, bi dawî bû.
BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTÎ YA YPJ Ê