Komkujiya Dêrazorê çawa pêk hat?

 DÊRAZOR– Welatiyê ku ji komkujiya şevê din a çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû got ku çeteyan êrîşeke hovane pêk anî û ev tişt anî ziman: “sûcê sivîlan çiye, ku êrîşî me dikin û komkujiyan pêk tînin.”

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li herêma di navbera Şirketa Konîko ya Xazê û Qada Petrolê ya Cefra ya rojhilatê Çemê Firatê ya Dêrazorê bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî sivîlan kir û komkujiyek hovane pêk anî.DER-TEQINA-KOCBERA (2)

Di encama komkujiyê de zêdeyî 100 welatiyên sivîl ên ji ber çeteyên DAIŞ’ê û hêzên rêjîmê koçber bibûn hatin qetilkirin, her wiha hejmarek sivîlên din birîndar bûn.

Şervanê YPG’ê Ayaz Hesekê ku li nêzî cihê komkujiyê bû derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivî û got ku rojane welatiyên sivîl ên ji ber çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baas malên xwe yê li rojavayê Çemê Firatê terik dikin û berê xwe didin herêmên QSD’ê û wiha dom kir: “Welatî berê xwe didin herêmên ji aliyê şervanên QSD, şervan pêşwaziya welatiyan dikin û wan dighînin cihên bi ewle. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ên ji ber kiriyarên wan û rêjma Sûriyê koçber dibin hedef digrin.DER-TEQINA-KOCBERA (14)

Ayaz Hesekê derbarê komkujiya şevê din jî got ku çeteyan şevê din bi tirmpêleke bombebarkirî derbasî herêmên bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çete xwe wekî koçberekî nîşan da û erebeya xwe di nava koma koçberan de teqand.

Welatiyê sivîl ê ji komkujiyê rizga rbû Fewaz El-Bextarî ji bajarê Dêrazorê ye û bi xwe şahidê bûyerê bû got ku wî û malbat axwe ji ber kiriyarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê malên xwe terik kirine û berê xwe dan herêmên QSD’ê, lê çeteyên DAIŞ’ê sivîl hedef girtin û erebe di nav wan de teqandin.

El-Bextarî di dawiya axaftina xwe de bi awayekî matmayî ma û wiha got: “Gunehê me sivîlan çiye, ku ewqasî wêranî û zulim li ser me pêk were.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …