EFRÎN – Hovîtiya artêşa Tirk a dagirker li dijî welatiyên sivîl ev 12 roj in bê navber berdewam dike û li hemberî wê şervanên QSD’ê berxwedaneke leheng didin meşandin.
Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê bi hemû hovîtiya xwe welatiyên sivîl ên Efrînê armanc dikin. Balefirên şer ên artêşa Tirk gundên sivîlan armanc dikin.
Di vê çaroveyê de balefiran li dijî gundê Gubelê yê herêma Şêrawa ya Efrînê di 28`ê çil de sê êrîş li dijî gund pêk anîn.