Komeke çete bi operasyoneke taybet hatin kuştin

 REQA – Komek çeteyên DAIŞ′ê  ku xwest ji bajêr birevin li bakurê bajarê Reqayê bi operasyoneke taybet ji aliyê şervanan ve hatin kuştin.

Şer û pevçûnên li taxa Firdews û taxa Kurdan ên dikevin navenda bajarê Reqayê berdewam dikin. Şervanên QSD’ê 3 noqteyên din li taxa Firdews ji çeteyan girtin. Her wiha şer û pevçûnên li taxa Kurdan jî bi dijwarî didomin û şervan derbeyên giran li çeteyan didin.

Komek çeteyan a ku ji 5 kesan dihat dema ku xwestin ji bajêr birevin li bakurê bajêr di malekê de ku xwe veşartibûn, bi operasyoneke taybet ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatin kuştin,  çek, alav û cenazeyên wan ketin destên şervanan.

Şer û pevçûn li navenda Reqayê didomin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …