Koçbera ji Idlibê cihê xwe di berxwedana Serdemê de digre

 

 

EFRÎN – Jineke koçber a ji parêzgeha Idlibê bi jinên Efrînê re xwarinê ji şervanên QSD’ê re yên di qadên berxwedanê de cih digrin de amade dike. Jina koçber dibêje ku ew ê heta dawî piştgiriya şervanan bike.

Jinên navçeya Şêrewa ya Efrînê xwarinê amade dikin û ji şervanên QSD’ê yên di qadên berxwedanê de parstina Efrînê dikin re dişîn in.

Şêniyên herêma Efrînê xwe li ser esasê şer birêxistin kirin. Her beşek ji beşên civakê rola xwe di berxwedana Serdemê de pêk tînin. Li kêleka şervanên YPG/YPJ û QSD ku di qadên şer de cih digirin, jinên navçeya Şêrawa jî xwe komî ser hev kirine û xwarinê ji şervanan re amade dikin û dişîn in qadên şer.

Jina koçber ku ji parêzgeha Idlibê koçber bûye Elyai Silêman li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawa dimîne. Elya Silêman jî bi jinên navçeyê re di amadekirina xwarinê de cih digre.

Elya Silêman diyar kir ku ew ê heta dawî piştgiriya şervanên QSD’ê bikin û ev tişt anî ziman:”Efrîn cihê herî bi ewle bû ku welatiyên ji hemû herêmên Sûriyê xwe lê bi cih dikin. Tevlî hemû êrîşan jî hîn jî ci haram û bi ewle ye.”

Jina bi navê CÎhan Mustefa jî got ku ew ê jî bi hemû hêza xwe piştgiriya şervanan bikin.

 

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …