Jinên Tebqayê piştgiriya şervanên QSDʹê dikin

TEBQA – Jinên Tebqayê ji şervanên di xetên pêş ên şerê li dijî DAIŞʹê de xwarinê amade dikin.

15 jinên ji bajarê Tebqayê tevî zarokên xwe, xwarinê ji şervanên li Reqqayê di eniyên pêş de şerê komên çete yên DAIŞʹê xwarinê amade dikin û dişînin eniyên şer.

 

Endamên Meclîsa Sivîl ya Tebqayê bi armanca piştgiriyê bidin şervanan ev gav pêk anîn. Bi vê yekê jî piştigirya şervanên ku herêmên wan rizgar dikin, pêk tînin.

Jina bi navê Fatma Mihemed yek ji jinên ku beşdarî çêkirina xwarinê bûye. Fatma Mihemed têkildarî mijarê got: ʺEz pir kêfxweş im ku xwarinê ji şervanan re amade dikin, kurê min yê ku tevlî QSD`ê bûye niha li cebheyên şer li bajarê Reqqayê ye û bi hevalên xwe re şerê çeteyan dike. Ev keda em didin, li ber berxwedana şervanan tiştekî pir biçûke.ʺSEMSA EBID EL SELAM

Jina bi navê Şemsê Ebdulselam ku tevlî xebatên amadekirina xwarinê bûye jî wiha got: “Ez li vir xwarinê ji birayên xwe yên li eniyên şer re amade dikim. QSD`ê em ji Terora DAIŞ`ê xelas kirin, emê jî bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin wan. Me gelek zulim û zordarî bi destî çeteyan dîtiye, Em jî bi çêkirina xwarinê cihê xwe di parstina xaka xwe de digirin.ʺ

 

TEPQA-JINEN-TEPQA-JI-SERVANA-RE-XWARINE-CEDIKIN1 ‫(1)‬ TEPQA-JINEN-TEPQA-JI-SERVANA-RE-XWARINE-CEDIKIN1 ‫(164364801)‬ ‫‬

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …