Jinên Ereb: Me rastiya jinan di nava YPJ’ê de dît

GIRÊ SPÎ – Jinên Ereb ên Bakurê Sûriyê xebatên xwebirêsitinkirinê zêde kirine û bi armanca nasandina rastiya jinan di azadiya civakê de beşdarî nava xebatên birêvebirina civakê dibin û cihê xwe di nava xebatên parastina rewa ya YPJ’ê de digirin.

BERXWEDANIYA JINEN EREB (1)

Li Rojhilata Navîn rewşa jinan û bi taybet jinên Ereb ji ber sîstema baviksalariyê rastî destdirêjiyên cûda dihatin. Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de li Sûriyê rewşa jinan gelekî xerab bû. Rewşa jinan gihîşt asta ku êdî nikaribe banga azadiya xwe jî bike. Tevî vê yekê jinan têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve berdewam kirin. Jinên Ereb ên Bakurê Sûriyê di van salên dawî de asta têkoşîna xwe bilind kirin û beşdarî hemû aliyên jiyanê bûn.

Piştî demeke dirêj ji desthilatdariya sîstema baviksalariyê, jinên herêma Cizîrê û giştî Bakurê Sûriyeyê hevgirtina xwe xurt kirin û beşdarî birêvebirina civakên xwe bûn. Jinên ciwan ên Ereb beşdarî nava xebatên xweparastinê yên di nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn û rastiya xwe nas kirin û têkoşîna xwe ber bi azadiyê ve domandin.

Jinên herêmê beşdarî Akademiyan bûn û perwerdeyên jinolojî û bîrdozî bûn.  Weke mînak di van demên dawî de 7 şervanên jin ên Ereb ku di nava YPJ’ê de cih digirin beşdarî dewreyeke leşkerî ya Akademiya şehîd Rojda ya sekvantiyê bûn û serkeftî dewreya xwe bi dawî kirin.

Girêdayî mijar xwebirêxistinkirina jinên Ereb di hemû aliyên civakî de û beşdarbûna wan a nava xebatên birêvebirina civakên xwe de şervana YPJ’ê ya bi navê Yildiz Şiyar  axivî û wiha got: “Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest bi xebatên rizgarkirina bajarê Minbicê kir, ez beşdarî nava refên YPJ’ê bûm. Beşdarbûna min a nava YPJ’ê bi armanca azadiya jinên hemû pêkhateyên herêmê ye.”

Girêdayî heman mijarê şervana YPJ’ê ya bi navê Stêrk Minbic got ku ew nû beşdarî nava refên YPJ’ê bûye û wiha anî ziman”Ez weke jineke Ereb ji bo azadiya hemû jinên herêmê çi ji min were xwestin ez amade me. Me rastiya jinan di nava YPJ’ê de dît. Azadiya jinan tê wateya azadiya civakê. Armanca min ew e ku ez hemû jinên Ereb bi rastiya têkoşîna YPJ’ê bidim nasîn.”

Herdu şervanên YPJ’ê di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû jinên ciwan ên Ereb kirin ku dudilî nemînin û tavilê beşdarî nava xebatên azadiya jinan bibin û cihê xwe di nava refên YPJ’ê de bigirin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …