Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî salvegera 7’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û got ku ew serkeftinê diyarî gelê xwe dikin û bibin bersiva hêviyên azadiyê ya hemû jinan. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye:

“Şoreşa vejîna gelan û jinan ya 19’ê Tîrmehê di serî de li Rêber APO, gelên Rojhilata Navîn, mirovahî û gelên Bakûrê Suriyê, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê, şehîdên berxwedana serdemê, di şexsê pêşengên weke; Warşîn, Jiyan, Jînda, Xebat, Devrîm, Seydo, Helîn, Ronahî, Azadî, Ruksen, Özgür, Rojda, Evîn, Zozan, Bermal, Gulan, Nalîn, Avêsta, Barîn û bi hezaran qehremanên dil wêrek yên ku di oxira parastina nirxên civakî û şoreşê de gihîştin şahadetê pîroz dikin. Bi wesîleya roja vejîna nû careke din hemû şehîdên şoreşa azadiyê bibîr tînin, weke YPJ’ê di bingeha girêdanbûna nirxên dîroka tekoşîna jinan de soza bilind kirin û serxistina şoreşa gelan di serî de ji şehîdên şoreşê û gelê xwe re nû dikin.

Di bingeha ava kirina jiyana exlaqî, polîtîk û azadiya jinê de şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan re dest pê kir û roj bi roj bi berdêlên pir mezin re hîn xurttir bû û di roja îro de bi seknên berxwedêr yên gelan û tekoşîna şoreşgeran re gihîşt asta lûtkeyê. Tekoşîna jinan ya bi kok bê gûman xwedî dîrokeke pir kevnar e. Tekoşîna jina Kurd bi Besê, Zarîfe, Berîvan û Sarayan dest pê kir bi Nalîn, Şervîn, Rêvan, Avestayan re gihîşt asta lûtkeyê û heta roja îro berdewam dike. Ji ber vê di şoreşa Rojava yê Kurdistanê de jin; pêşengiya dîrokî bi berdêlên pir mezin ve girt ser milê xwe û di pêşxistina şoreşa Bakûrê Suriyê de bi armanca parastina civakî di serî de jina Kurd, jinên Ereb, Suryan, Tirkmen û ji her netewî beşdarbûna jinan pêş ket. Her ku şoreş berfireh bû, bi berxwedaniyên pir mezin re bû cîhanî û di heman demê de ji bo tevahî jinên lêgerînvan bû çavkaniya îlhamê. Keç û xortên Bakûrê Suriyê bi armanca parastin, mezin kirin û serxistina Şoreşê di eniyên berxwedan û şerên herî dijwar de bê fikar canê xwe feda kirin û bûn pira di navbera hebûn û jiyana azad de. Çirûska şoreşê li Serê Kaniyê, Kobanê pêket, pêl bi pêl herikî tevahî gund û bajarên Rojava û Bakûrê Suriyê. Ji bo mirovahiyeke azad biryara serxistina şoreşê her roj hîn bilindtir dibe û artêşbûna jinan hîn berfirehtir dibe. Bi jinên berxwedêr re yên ji bo pêşde birina tekoşîna azadiyê bûne mîrateyek mezin em gav bi gav berbi jiyan û hebûna azad ve dimeşin.

Bi şoreşa azadiyê jin; ne tenê di aliyê leşkerî de di heman demê de aliyê; siyasî, birdozî, felsefî û di her qada jiyanê de bi îradeya azad beşdar bû, biryara serxistina şoreşê bi baweriya xwe ya cewherî ji tevahiya cîhanê re da îspat kirin. Ji ber vê Şoreşa Rojava Şoreşa Jina Ye. Hêzên navdewletî xwestin bi çeteyên Daiş’ê şoreşa gelan bifetisînin lê ew fetisîn û ketin çopa dîrokê. Heta niha ji bo tine kirina destkeftiyên şoreşê êrîşên pir berfireh dikin, hewildana wan a herî dawî jî dagirkirina Efrînê bû lê bi ketina sala heftemîn ya şoreşa gelên Rojava û Bakûrê Suriyê re careke din rihê berxwedana serdemê îspat kir ku ev agirê azadiyê nayê temirandin. Li ser vê bingehê em soz didin gelê xwe emê bi bilindkirina tekoşînê re tola tevahî şehîdên şoreşê û bi taybetî şehîdên Berxwedana Serdemê ji dagirkerên Tirk û ji hêzên ku dibin dûvikê wan bigrin. Em heya mizgîniya azad kirina Efrînê, parastina Bakûrê Sûriyê misoger nekin wê tekoşîna me berdewam bike.

Li ser van bingehan careke din şoreşa gelên berxwedêr li mirovahiyê, Rêber APO, mirovên azadîxwaz, kedkar û tevahî şehîdên şoreşa Bakûrê Suriyê pîroz dikin. Carekî din Soza bilind kirina tekoşîn, berxwedan û serxistina şoreşa gelan didin. Em weke YPJ’ê heta ku teqez serkeftinê diyarî gelê xwe bikin, bê sekin tekoşîn bikin da ku bibin bersiva hêviyên azadiyê hemû jinan, gelê xwe û tevahî mirovahiyê. Wê meşa me ya azadiyê bi rihê Avêsta û Karkeran heya serkeftinek mayînde bidome.”