Ji YPG`ê hişyarî: Kesên werin herêma me ew ê bibin hedefa şervanên me

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG`ê ya Efrînê kesên ku wê dewleta Tirk li herêmên Efrînê yên dagirkirî bi cih bike hişyar kirin û YPG`ê tekez kir ew ê bibin hedefa hêzên wan.

Fermandariya YPG`ê ya li Efrînê derbarê guhartinên demografî ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide li herêmê pêk bîne, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi demeke ku dewletên navneteweyî di bêdengiyeke bi guman de ye, gelê me li Efrînê rastî kiryarên faşîst ên dewleta Tirk û çeteyên wê tên. Ev kiryar bi şerê qirkirinê ku dîrok û pêşeroja herêmê û mafê jiyana azad û bi rûmet hedef girt, herwiha bi şerê leşkerî  yê nûker ku hemû zagonên navdewletê binpê kirin û binpê dike, hate destpêkirin.

Ji kiryarên faşîst ku dewleta Tirk a xwe dispêre alava leşkerî pê radibe, koçberkirin gelê me û qetilkirina gelê me li herêmên ku di demên dawî dagir kirine, yê ku biryara girêdana bi dîroka xwe li herêmê nîşan daye. Her wiha talankirina mal û milkên welatiyan û belavkirina dîmenên ku têde soza serjêkirinê welatiyên ku nekevin bin desthildariya terora Tirkiyê û çeteyên wê, dane.

Yek ji van kiryarên ku gihîştiye lûtkeya xwe, anîna malbatên çeteyên ku tevlî êrîşa dewleta Tirkiyê bûne, her wiha anîna malbatên ji herêma Etmê, Ezaz, Tirkiyê û pêkhateya Turkmen ji Iraqê û bicihkirina wan li gundên navçeya Şiyê û Cindirêsê. Ev yek jî kiryara guhartina demografiyê ku berê Erdoganê faşîst di destpêka êrîşa xwe ya dagirkerî de anibû ziman,  bi awayekî zelal eşkere dibe.

Ev hemû kiryar tekez dikin ku armanca dagirkeriya Tirk ji destpêkê de, qirkirina gelê me ye û rakirina hebûna wan ji kok de ye. Her wiha ev kiryar wê fitneyên mezhebî û neteweyî di navbera gelê Sûriyê de ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyê yên qirêj çêbike. Di heman demê de, kiryarên navborî dihêle ku şerê li Sûriyê dirêj bibe û gelê Sûriyê koçber bibe û hevpeyman li ser hesabê jiyan û pêşeroja gelê Sûriyê were çêkirin.

Em wekî YPG`ê tekez dikin ku hemû herêmên ku dewleta Tirk wê demografiya wê biguhre, ew herêm berê û heta niha jî qadên şer in û heta niha çalakiyên leşkerî li wir çêdibin. Em hemû kesên destê wan di vê lîstokê de hene, hişyar dikin ku nêzî herêmê nebin ji ber ku wê bibin armancên rewa yên şervanên me. Her wiha em bang li wan kesan dikin ku li peyî lîstokên Tirkiyê neçin û di heman demê hişyar dikin ku bi dewleta Tirk a faşîst re nebin alîkar bi pêkanîna armancên dijminahiya Tirkiyê derbarê gelên herêmê de. Ji ber ku bicihkirin wan li herêmê wê bi darê zorê bê, bê ku lêvegerekî wan ê zagonî û rewa hebê. Ev yek jî zagonên navneteweyî û mirovahî binpê dike û ji mafê şervanên me ye ku bikin armancên xwe.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …