Ji rêyên mirinê ber bi azadiyê ve

Bi hezaran sivîlên Dêrazorê neçar dimînin ku bi rojan bimeşin da ku xwe ji lepên çeteyên DAIŞ‘ê xilas bikin û xwe bigihînin herêmên rizgarkirî yên di bin parastina QSD‘ê de.

DÊRAZOR

QSD`ê beriya çend rojan operasyona dawîn a Şerê Tunekirina Terorê li dijî DAIŞ`ê li herêma Baxozê ragihand. Çeteyên DAIŞ`ê herêm wek nuqteyeke stratejîk ji bo kombûna çeteyên xwe yên biyanî bi kar dianî.

Çeteyên DAIŞ`ê bi hemû hêza xwe hewl didin herêma Hecînê di bin serweriya xwe bihêlin, ji ber ku stratejîk e û nêzî sînorê Iraqê ye. Çeteyan herêm wek nuqteya derbasbûna ji Iraqê û ji Iraqê derbasbûna Sûriyê bi kar dianî. DAIŞ`ê herêma Hecînê veguherandiye herêmek pîşeyî ku tevahiya cebilxane, lojîstîk û alavên leşkerî yên ku ji Iraqê derbasî Sûriyê kirine, depo dikirin. Piştre li herêmên din ên ku berê di bin serweriya wan  de,  belav dikirin. Her wiha veguheriye navendeke komkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî yên ji Tirkiye, Pakistan, Iraq, Fransa, Erebistana Siûdî, Mexrîb, Rûsya û dewletên Ewropa û Afrîkayê.

Her carê ku çeteyên DAIŞ`ê li hember QSD`ê têk diçin, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û pêşdeçûnên şervanên QSD`ê asteng bikin. DAIŞ`ê bi hezaran sivîl di berîka xwe ya dawîn li Hecînê  li rojhilatê gundewarên Dêrazorê de li gel xwe digire.

Ruxmî wê jî QSD`ê bi rêya tîmên taybet û rêyên ewle bi hezaran sivîl ji destê DAIŞ`ê rizgar kirine. Sivîlên ku nikarin xwe bigihînin rêyên ewle ku QSD`ê li deverên cuda yên Baxozê vekirine, ruxmî gefên çeteyan û mayinên ku li herêmê hatine çandin, neçar dimînin bi şev derkevin.

Sivîlên ku piraniya wan jin, zarok û kesên temenmezin in, di rêyên asê û mayinkirî de dimeşin, da ku bigihin herêmên ewle yên di bin parastina QSD’ê de. Sivîl ji bo jiyanê rêya mirinê qut dikin.

Di her kêlieykê de mirin li pey wan e, koçber piraniya caran neçar dimînin ku zêdetirî rojekê bimeşin heya ku bigihîjin nuqteyên şervanên QSD`ê. Di wê rêwîtiyê de rastî mirin û sermaya zêde tên û pirî caran çete wan dikin hedef. Di nav şêniyên ku xwe gihandine şervanan de mirov gelek birîndarên ku di encama hedefgirtina DAIŞ`ê de birîndar bûne, dibîne.

Sivîlên ku ber bi QSD’ê ve tên, ji bo ku nebin hedefa sekvanên DAIŞ`ê, neçar dimînin di nav rojê de xwe veşêrin. Piştî şev tê, dîsa dikevin rê.

Sivîlên li cihên di bin serweriya DAIŞ’ê de, di şert û mercên dijwar de dijîn. Xwarin tune ye, neçar dimînin gihayên li erdê bixwin. Ji ber şert û mercên giran nexweşî belav dibin. Di encama birçîbûn û sermaya zêde de hejmarek ji zarokan mirine. Piraniya kesên ku têne rizgarkirin, rêwîtiya xwe dişibînin rêwîtiya lêgerîna jiyanê di hemêza mirinê de.

Piştî ku sivîl xwe digihînin nuqteyên şervanên QSD`ê, ji hêla şervanan ve têne pêşwazîkirin, xwarin û vexwarinê pêşkêşî wan dikin. Piştre agahiyên girêdayî her malbatekê û nasnameyên wan têne girtin û bi rêya erebeyên taybat ku QSD`ê ji wan re diyar kirine, digihînin kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê heya niha zêdetirî 27 hezar koçberên ku QSD`ê di van demên dawîn de ji Şerê Tunekirina Terorê rizgar kirine, hembêz dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …