Ji rewşa dijwar zaroka koçber çavên xwe winda dike!

ALAN DAWÛD

TEBQA- Ev nebûye 15 roje zaroka 8 salî hatiye kampa Tiwêhna ya Tebqayê. Ava qirêj, birçîbûn, bager û bahoza çolê bû sedema hesasî têkeve çavên wê û niha jî bi temamî nabîne.

Li kampa Tiwêhna ya dikeve bakurê-rojvayê bajarê Tebqa derdora 5 hezar koçber ku zêdetirî xwe ji bajarê Meskene, Tedmûr, Sexne, Derea û Reqqayê ne, dijîn.TEPQA-REWSA-ZAROKAN-HER-DICE-XIRAB-DIBE1 ‫(1)‬ ‫‬

Ava xwarine û vexwarine li kampê nîne, koçber jî ji bo pêdiviya xwe pêk bînin neçar dimînin ku ji ava golê ya nêzî bendava Firatê avê vexwin û ji hemû karên xwe bikarbînin.

cihê kampê li çoleke ziwa û germe. Ne bese ku ava paqij nîne ku koçber pêdiviya xwe pêkbînin, her tim bager û bahoz e. Di encama van şert û mercên kampê de hesasiyet bi zarokên kampê re çêbû. Gelek zarokên ku temenê wan 10 sal derbas nake hesasiyet ketiye çavên wan de. Yek ji wan zarokan jî Menal Sebei El-Xelefe.

Temenê Menal tenê 8 salî ye û ev bûye 15 roj ku tevî malbata xwe hatiye kampê. Ne demeke dirêje ku hesasiyet ketiye çavên Menal. Hesasiyeta çavên wê dijware, komîteya tendurûstiyê ya li kampê jî nikare pê re bibe alîkar. Hem bijîjkên nexweşiyê fêmbikin tine ne û derman jî nayê peyde kirin.

Niha Menal nikare çavên xwe veke û bi alîkariya malbata xwe tevdigere.

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …