Ji QSD‘ê daxuyaniya Bagera Cizîrê\

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapemenî ya QSD‘ê derbarê Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyeke weşand û tekez kir ku şerê wan ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî li dijî terorê berdewam e. QSD‘ê her wiha de rola artêşa Rûsiya ya li dijî nûqteyên DAIŞ‘ê li rojavayê çemê Firatê silav kir.

Di daxuyaniya ku li ser malpera Hêzên Sûriyeyê Demokartîk de hatibû belavkirin, ev tişa hatin gotin:

“Em wekî Hêzên Sûriyeyê Demokratîk tekez dikin ku şerê me yê li hember rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê berdewam e. Pêngava me ya Bagera Cizîrê ku di 9‘ê Îlona 2017‘an de, ji herêmên rojhilatê çemê Firatê û bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî destpê kiriye bi hemû hêza xwe berdewam dike, armanca me ew e ku terora DAIŞ li tevahî herêmên rojhilat û gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazor heyanî sînorê Iraqê tune bikin.

Di heman demên de, em rola Komara Federal a Rûsiya û artêşa ya hedefkirina nûqteyên DAIŞ‘ê û tevgera wê li herêmên rojavayê çemê Firatê ku derberiyên giran li wan xist, silav dikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …