Ji Odeya Xezeba Zeytûnê du çalakî: 5 çete hatin kuştin

Odeya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên wan li Efrînê du çalakî pêk anîn. Di encamê de 5 çeteyên Feyleq El-Şamê yên girêdayî artêşa tirk a dagirker hatin kuştin.

 

EFRÎN

Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku hêzên wan li dijî artêşa tirk a dagirker li Efrînê du çalakî pêk anîn.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo çapemenî û raya giştî,

Hêzên me du çalakî pêk anîn; çalakiya yekemîn di 9`êTîrmeha 2018`an de li dijî çeteyekî  Feyleq El-Şamê yê bi navê Îbrahîm Ebdullrezaq li bejahiya başûr pêk hat. Çeteyê ku motorsîklet diajot, piştî ku ji aliyê hêzên me ve hate şopandin, hate hedefgirtin û cezayê xwe ji ber kiryarên wî yên der heqê sivîlên Efrînê û bejahiya bakur de xwar.

Çalakiya duyemîn jî di 10`ê Tîrmeha 2018`an de li dijî erebeyeke çeteyan ku 4 çeteyên Feyleq El-Şamê dibirin, pêk hat. Tê zanîn ku her çar çete tev li dagirkeriya bajarê aştiyê bûbûn û mal û milkên welatiyan talan kirin û heqaret li şêniyan kirin. Ji ber vê yekê şervanên me erebe hedef girtin û hemû çeteyên di erebeyê de hatin kuştin.

Çeteyên ku hatine kuştin navên wan wiha ne: Hisên Îbrahîm Mustefa, Mihemed El-Kermo,  Eymen El-Xalid, Xezwan El-Hisên.

Hêjayî gotinê ye ku çalakî li bejahiya başûrê Idlibê pêk hat. Ev yek jî tekez dike ku em li hemû deverên ku zilm û zordarî ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê me tê meşandin em li wê derê ne. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirin û heqaret li gel kirin dê hesabên giran ji wan were xwestin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike tohildan tê.ʺ

https://www.youtube.com/watch?v=lHrX7_6kF0A&feature=youtu.be

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …