Ji Newyorkê heta Dêrazorê, bijşkekî Enternasyonalîst

DÊRAZOR – Bijîşkê Amerîkî Kawa Zivistan ku ji Newyorkê  hatiye û di Pêngava Bagera Cizîrê de, weke bijîşkê mudexleya yekem ji bo dermankirina birîndaran di eniya pêş de cihe xwe digre.

Şervanê Enternasyonalîst ê Amerîkî Kawa Zivistan ku bajarê Newyorkê yê Amerîkiya hatiye,  wekî bijîşkî û şervanekî cihê xwe di nava Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê digre.

Kawa Zivistan derbarê hatina xwe ya Rojava û giringiya şoreşa Rojava wiha axivî.

Bijîşk  Zivistan destnişan kir ku ew pir kêfxweş e weke  şervanekî Enternasyonalist di Pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digre. Zivistan derbarê naskirina şoreşa Rojava û gele Kurd ev tişt got:”Di sala 2014`an de, dema min zanîngehê dixwend, min ciwanekî Kurd nas kir û ez bi wî re bûm heval.Hevalê min naverok û giringiya şoresa Rojava û gelek tiştên din ku min li ser şoreşê nizanîbû, bi min da naskirin. Di çarçoveya şoreşa Rojava de, bi pêşengtiya YPG û YPJ’ê, di van mijaran de gelek agahiyên min çêbûn.”

‘YPG û YPJ`ê ji bo avakirina jiyaneke demokratîk têkoşînê dikin’

Bijîşk Kawa Zivistan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya şoreşa Rojava û sîstema avakirina jiyana hevbeş û wiha dom kir:”Bi rêya hevalê min ê Kurd min nas kir ku artêşa şoreşa Rojava ya bi navê YPG û YPJ`ê arteşeke ne tenê li dijî hovîtî û wehşiyeta DAIS’ê şer dike, di heman deme de ji bo avakirina jiyaneke  demokratîk û hevbeş têkoşînê dide meşandin. Ev yek bandoreke mezin li min kir û li ser vî esasî min  biryara xwe ya  tevlîbûna şoreşa Rojava da.”

Şoreşa Rojava bû bersiv

Şervanê Enternasyonalîst Kawa diyar kir ku ew bi hatina xwe dixwast bibe parçeyek ji şoreşa Rojava û wiha dewam kir:”Armanca min a tevlîbûna şoreşa Rojava min xwest bibim parçeyek  ji vê şoreşê. Şoreşa Rojava bû  bersiva pirsên ku di serê min de nakokî çêdikir.  Di meha  Îlona  îsal ez hatim Rojava û bi YPG û YPJ’ê û şervanên Enternasyonalîst re di nava têkoşînê de cihê xwe digrim.”

Wekî bijîşkekî cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de digre

Bijîşkê Amerîkî Kawa Zivistan di Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêrazorê de, weke bijîşkê mudexleya yekem ji bo dermankirina birîndaran di eniyên pêş de cihê xwe digre.

Kawa Zivistan bi lêv kir ku di demên pêş de wê şer li Rojava û Bakurê Sûriyê bi dawî  bibe, ew dixwaze xebatên tenduristî berfirehtir bike û wiha dewam kir:”Bidawîbûna şerê li Rojav û Bakurê Sûriyê em ê xebatên tenduristî berfirehtir bidin meşandin. Li Rojava û Bakurê Sûriyê rastiyeke heye ku gelê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re dijîn û hêza xwe ya parastinê ya hevbeş ava kirine. Di heman demê de, jiyana hevbeş û sîstemek demokrarîk ji xwe re wekî bingeh esas digrin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …