Ji Gelê me û Raya Giştî Re!

Dewleta Tirk a dagirker ku her dem bi ruyê xwe yê qirker ve faşizma xwe raber kiriye, her cure rêbazên hovane li hember gela bi kar aniye. Êrişên ku di 19’ê Mijdarê di saet 12:00’ê şevê li Dêrik, Kobanê, Eyn İsa, Dirbêsiyê, Zirgan, Şehba û Til Rifet ku hemû axa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk tên qirkeriya vê faşizmê ye.
Erdoxanê faşist ku her çiqasî provokasyona li Stenbolê weke hinceta êrişê diyar kir jî lê her kes dizane ku amadekariya êrîşên seranserê Rojava û Bakûr û Rojhilatê berê de hatibû plan kirin. Rejima Terorî a Erdoxan çawa ku bi destê xwe gelê xwe qetil kir, îro bi feraseta qirker êrîş dike. Lê divê faşizma AKP û MHP’ê bizanibe ku wê bi sernekevin.
Em dizanin ku gelê me yê axa xwe ku bi xwîna deh hezar şehîdan ve hatiye avdan li hember dagirkeriyê biparêze û welatparêzî û girêdana nirxên xwe diyar bike. Divê jin û ciwanên Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî li hember van êrîşan axa xwe biparêzin û cihê xwe di çeperên parastina ax û welat de bigrin.
Em ji bo gelê me yê qehreman yê ku di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û em ji hemû birîndaran re şifa dixwazin. Bila gelê me bizanibe ku emê tola gelê xwe yê hatiye qirkirin rabikin. Ev êrîş a yekemîn nîne ku ji aliyê dewleta Tirk a terorist ve pêk tê û wê nebe ya dawî jî, lê weke ku me jî tu caran li hember êrîşan serî netewandiye ji îro şûndetir jî emê bi tu awayî paşde gav nedin. Emê bi çanda xwe ya berxwedêr ku li her deverê serkeftin bi dest xistine ve têbikoşin û vê feraseta qirker a rejima terorî têk bibin.
Fermandariya Giştî a YPJ
20.11.2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …