Ji Fermandariya YPJ`ê ya Efrînê daxuyanî derbarê Avrîn û Şoreş

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ya Efrînê gotʺPiştî 26 rojan hêzên me bi çalakiyek taybet rêheval Avrîn Mahsum û Şoreş Amûdê rizgar kirin û niha bi saxlem li gel yekîneyên me ne.ʺ

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ya Efrînê derbarê endama Raghandina YPJ`ê Avrîn Mahsum û Şoreş Amûdê ku berê şehadeta her duyan hatibû îlankirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺBerxwedana Serdemê kete roja 34’ mîn. Şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe li seranserî sînorê Efrînê berdewam dike. Dewleta dagirker a Tirk bi her cûre teknîka pêşketî, çeteyên DAIŞ, El Qaîdê û yên El Nusre bi çav sorî êrîşên xwe li ser xaka Efrînê didomînin. Li hemberî êrîşên bi armanca dagirkerî û qirkirina gelê me, me weke gel û şervanên YPJ-YPG û QSD di roja dest pê kê de dabû diyar kirin ku êrîş bi çi şêwaz, teknîk û hêzê dibe bila bibe em ê bi rihê berxwedanê li ber xwe bidin, gelê xwe û xaka xwe biparêzin.

Şervanên me di van 34 rojan de bi fedakariyeke mezin, bi ked, moral, hêrs û berxwedanekî bê hempa li beramberî vê dagirkeriyê sekinîn û her roj darbeyên mezin li artêşa tirk, çeteyên El Nursre, DAIŞ û El Qaîdê dixin. Di van şer û pevçûnên dijwar de, di roja 27. 01 2018’an de hevala me Avrîn û heval şoreş bi birîndarî di nav dijmin de mabûn. Rewşa her du hevalan heya hefteyek nehatibû zelal kirin û piştî wê her du heval bi daxuyaniyekî ji raya giştî re şehîd bûne hatibûn îlankirin. Lê belê, piştî 26 rojan hêzên me bi çalakiyek taybet rêheval Avrîn Mahsum û Şoreş Amûdê rizgar kirin. Hevrê ya me Avrîn Mahsum endama çapemeniyê YPJ’ê bû. Heval Şoreş jî cihê xwe di nav yekîneyên hêzên parastina gel de digirt. Her du hevalên me niha bi awayekî saxlem li gel yekîneyên me ne.

Em hêzên parastina xaka Efrînê dibêjin heya ku ev êrîşên bi armanca dagirkeriya welatê me û qirkirina gelê me berdewam bikin em ê jî bi rihê berxwedanê bersîv bidin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî.

Em li ser navê fermandariya qada Efrînê lêborîna xwe ji malbeta heval Avrîn Mahsum û heval Şoreş Amûdê re dixwezin ji ber me ji raya giştî re şehadeta her du hevalan ragihandibû.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …