Ji Fermandariya QSD-Efrînê  derbarê Girê Qestelê daxuyanî

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya QSD’ê ya Efrînê diyar kir ku deweleta Tirk û alavên wê yên şerê taybet îdayan belav dikin ku wan Girê Qestelê bidest xistine û got ku ev îda ji rastiyê dûre û da zanîn ku berxwedana şervanên QSD’ê li ser girî hîn jî didome.

Fermandariya QSD’ê ya Efrînê têkildarî berxwedana li ser Girî Qestelê- Bersaya daxuyanî da û îdayên dewleta Tirk a dibêjin ku wan gir girtine deriwand.

Daxuyaniya QSD ya derbarê mijarê de wiha ye:

“Daxuyanî wihaye: “Ragîhandina dewleta Tirk û di riya alavên xwe yên şerê taybet de hîn jî nûçeyên ne rast û derew derbarê êrîşa xwe ya li ser gelê me û hêzên me yên Efrînê didomîne. Di nava van îdayên ne rasat û derew de ragîhandina dewleta Tirk derewek belav kir ku dibêje ku Artêşa Tirk û çekdarên Cebhet El-Nusra girê Qestelê-Bersaya bidest xistine. Ev gir ji roja yekem a êrîşa Deweleta Tirk ve tê topbaran û bombebarankirin. Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan topbaran û bombebarana li ser girê zêde bû. Li vi rem tekez dikin ku îdaya wan a girtina gir ji rastiyê dûre. Tiştê pêk hat, piştî bikaranîna hemû cûreyên çekên giran, bi dehan balafirên şer û hilkoperterên Kobra, her wiha çekên di qadên navdewletî de qedexekirî wekî napalim ku bi kar anîn. Di heman demê de bi sedan endamên komên terorist û di serî de Cebhet El-Nusra (Beşê Qaîda ya Sûriyê)  wan beşek biçûk ji çiya dagir kir. LI wir xwestin hêzên me tune bikin, ji ber wê me hêzên xwe li hin noqteyan bicih kir û berxwedana xwe ya vegerandina wî beşê dewam kir.

Tevî ku dewelta Tirk hemû cûreyên çekên navborî bikar anîn jî her wiha bi balafiran bombebaran kirin 2 caran nikarîbûn gir bigirin. Li vir hêzên me bi wan re ketin şerê rû bi rû, di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên wan çêbûne.

Em ji raya giştî û gelê xwe re jî tekez dikin ku girê Qestelê ya gelê me ye û wê wiha bimîne, hêzên me hîn li wir li ber xwe didin û evsaneyên berxwedanê li dijî terora dewleta Tirk û çeteyên terorist ên girêdayî wan pêk tîne. Em ê heta vegera hemû noqteyên li ser Çiya liber xwe bidin û em ê tu carî herêmên Efrînê buhayê wê çibe bela bibe bernedin. Di heman demê de em tekez dikin ku Artêşa Tirk berê xwe daya teroristên Qaîda, her wiha çekên di qadên navdewletî de qedexe bikar tînin, da ku pêçketinekê bidest bixin, lê piştî êrîşa 9 rojan ji êrîşa wan nîşan dide ku ew li ber berxwedana şervanên me bê hêvî bûne.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …