Ji Fermandariya Giştî ya YPJ`ê daxuyaniya 25`ê Mijdarê

 Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi boneya Roja Cîhanê ya Têkoşîna Şideta li ser Jinê,  daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ`ê hatiye weşandin wiha ye:

“Bi boneya Roja 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Şideta li Dijî Jinê, em di şexsê her sê xwişkên Mirabel, Patria, Maria û Minerva  de tevahî jinên tekoşer û serî li hemberî pergala serdest netewandine û di oxira bi destxistina mafên jinê de li berxwedane, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina tekoşîna ji bo azadiya hemû jinan û mirovahiyê didin.

Di cîhana pergala serdest a mêr de bi tu awayî maf ji jin û jiyana jinê re nehatiye dayîn. Serdestiya mêr ji bo xwe li ser civak û jinê serwer bike serî li her dek û dolaban xistiye û jin kiriye qurbana hemû qeyranên civakî. Jina ku di dîroka mirovahiyê de bi rola pêşengê civakê radibû îro ketiye rewşekî pê re neyê jiyîn. Di serî de mifte li vîn, fikir, çand, cewher û bedena jin hatiye xistin. Desthilatdariya mêr di her qada jiyanê de weke nexweşiyeke xwe belav kiriye. Kuştina jinan êdî weke mirineke ji rêzê bûye û her roj di bin navê feraseta namûsê de bi dehan jin têne qetilkirin. Herî dawî ev pergal bi awayekî herî şênber di şexsê çeteyên DAIŞ`ê de xwe da der. Di dawiya sedsala 20’mîn û dest pê ka sedsala 21’mîn de bi derketina gelek tevger û şexsiyetên navdar ên jin tekoşîna jinan xwe gîhand asteke. Tekoşîna sê xwişkên Mirabel ku ji salên 1930’î dest pê dike û heya salên 1961’an de didome daye, xwedî lê derketin û tekoşîn bilindkirin erkekî her jinekê ye.

Tekoşîna Jinê îro di şexsê jina Kurd de xwe gihandiye astekî herî jor. Ji tevger û rêxistinkirina civakê bigre heya mêzekirina felsefîk û Kûrbûna îdeolojîk, ji avakirina hêzên parastina cewherî yên jin heya şoreşa Rojava an şoreşa Bakûrê Sûriyê. Gihîştina vê astê bêguman bi tekoşîn, berxwedan, bedel, ked, xwidan, cesaret, vîn û baweriya bê hempa hate bidestxistin. Îro tekoşîna jina Kurd, dimeşîne di cîhanê de deng veda ye û bûye îlham ji tevahî jinên cîhanê re. Jina Rojava li gel jinên ji pêkhatiyên Ereb, Aşûrî, Turkmen û bi beşdariya gelek jinên ji neteweyên cuda yekîtiya jinan a rihî, fikirî daye avakirin. Ev tekoşîn û keda mezin bi saya tekoşîna sê xwişkên Mîrabel, Roza, Kilara, Sara, şervîn, Arîn, Delal û Azêyan xwe gihandiye vê merheleyê.

Em weke hêzên parastina jin YPJ’ê xwedî wê bîr û baweriyê ne ku vê tekoşînê bilind bikin. Em ê bi erka xwe ya parastina hemû jinan rabin û xwedî li mîrasa dîroka jin ya bi ked û êşên mezin ve hatiye bidestxistin derên. Em di wê îdayê de ne ku heya her jinek xwe bighîne feraseta parastina cewherî û azad bibe em ê tekoşîn bikin. Em li ser wê bingehê bang li hemû jinan dikin ku bila ne tenê Roja 25’ê Mijdarê hemû rojan ji bo xwe bikin rojên tekoşînê.

Cardin em di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de hemû jinên ku tekoşîna azadiyê de şehîd bûne bi bîr tîninû soza xwe ya tekoşîna ji bo azadiya jinan û hemû mirovahî nû dikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …