Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de hem êrişên xwe li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kiriye, hem jî nûçeyên derew ku di derheqê windahiyên me de diweşîne zêdetir kiriye. Encamên hemû faaliyetên leşkeri ya ku di herêmê de çêdibin ji aliyê me ve bi awayek aşkere bi raya giştî re tên parve kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku bikaribe rastiya xwe ya qirker binuxumîne, gelek caran windahiyên sivîl ku di encama êrişên wan de çêdibin wekî şervanên me didin nişandan.

Roj bi roj encamên hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker bi raya giştî re tên parve kirin. Dîsa encamên çalakiyên me yên bersivdayinê jî bi raya giştî re tên parve kirin. Artêşa Tirk a dagirker di piranî êrişên xwe de bi taybetî û bi zanebûn nîştecihên herêmê hedef digire. Lê di nûçeyên xwe de wekî ku ev êriş li hember hêzên me çêdibe nişan dide û hejmarên ji rastiye dûr radigihîne.

Li gorî îddîayên wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker tenê di deh rojên dawî de ji 100 zêdetir şervanên me di encamên êrişên wan de hatine şehîd xistin. Ev îddia ne rast in. Artêşa Tirk di van êrişan de bi piranî gelê me hedef girt û di encamên van êrişan de 5 jê zarok 7 welatî şehîd ketin, 17 jê zarok 27 welatî jî birîndar bûn. Nûçeyên derew yê ku dewleta Tirk a dagirker diweşîne, ji bo nixumandina vê yekê ye. Pêwîst e gelê me û raya giştî bi van nûçeyên derew bawer nekin.

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSD

19 Tebax 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …