Jİ ÇAPEMENÎ Û RAYA GİŞTÎ RE

Yekîneyên Antî Teror (YAT) di dîroka 02/09/2020, hejmarek ji cebilxane û teqemeniyên ji aliyê istixbarata Tirkan MIT’ê ve amadekirî û li herêma Girê Spî/Til Ebiyad hatibû veşartin da ku istiqrar û ewlehiyê li bajarê Reqayê bikin armanc û rewşeke weke ya li Dêrezorê cêbûye û ku bi keda şêniyên herêmê bi bin ket çêbikin, desteser kirin.

Bi vê çalakiya serkeftî, planên dijmin vala hatin derxistin.

Cebilxaneya ku hat desteserkirin;

  • 83 mayîn
  • 50 dewre
  • 1 demançe
  • 82 fîşekên demançeyê
  • 2 dengbir
  • 2 AK-47
  • 8 jarjorê AK-47
  • 700 fîşekên AK-47

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

07.09.2020

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …