Ji bo soza xwe pêk bîne tevlî Bagera Cizîrê bûne

 

DÊRAZOR – Şervanên YPJ’ê bi îradeyeke xurt û moraleke bilind ji bo soza xwe ya parastina jiyana hemû jinan û rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ’ê tevlî pêngava bagera Cizîrê bû û bi hemû cûreyên çekên sivik û giran li çeteyan didin.DERZOR-TEVLIBUNA-YPJ-JI-BAGERACIZIRE ‫(1)‬

Şervanên YPJ’ê bi hêzeke mezin cihê xwe di pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bakurê Dêrazorê de digrin. Şervanên YPJ’ê soz dane ku dêheta dawî cihê xwe di hemeleyê de bigirn û jin û zarokên herêmê ji zulma komên çete yên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Şervanên YPJ’ê bi çekên sivik û giran rêveberiya Bagera Cizîrê dikin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Şervana bi nave Azadî Zerdeşt ku ajokara tangê ye derbarê tevlîbûna xwe ya di nava xebatên Bagera Cizîrê de wiha got: “Me wekî hêzên YPJ’ê soz da ku em ê heta dawî parstina hemû jinan bikin.  Em ê heta dawî ji bo parstina jinan şer bikin. Ji bo vê yekê jî em niha tevlî Bagera Cizîrê bûne. Em ê heta dawî jî cihê xwe di hemleyê de bigirin.”

Şervana bi nave Delîla Dilpak di sala 2012’an de tevlî hêzên YPJ’ê bû û niha bi çeka segvaniyê şerê DAIŞ’ê dike. Delîla da zanîn ku pêşveçûna xwe ya li Bakurê Dêrazorê didomînin û dê jinên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.DERZOR-TEVLIBUNA-YPJ-JI-BAGERACIZIRE ‫(1)‬ ‫‬

Şervana bi navê ALîn Hesekê jî bi çeka doşka şerê komên çete yên DAIŞ’ê dike têkildarî Bagera Cizîrê got ku ew di çarçoveya pêkanîna banga jinên Dêrazorê tevlî hemleyê bûne û wiha got: “Armanca me parsitna hemû jinan e, ji ber vê yekê em telvî Bagera Cizîrê û hemleyên din jî bûne. Em ê heta dawiyê parastina jinan û hemû welatiyên herêmê bikin.”

Şervana bi navê Peyman Berfîn jî da zanîn ku ew tevlî gelek hemleyên li Bakurê Sûriyê ku li dijî komên çete yên DAIŞ’ê pêk hatin bûye û ev tişt anî ziman: “Armanca me ya sereke rizgarkirina jinan e, em ê mafê jinan pêk bînin û parstina wan bikin. Em ji bo vê yekê jî tevlî Bagera Cizîrê bûne. Em ê heta pêkanîna soza xwe ya parstin û rizgarkirina hemû jinan tekoşîna xwe bidomînin. Em ê jinên mezlûm xilas bikin.”

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …