‘Ji bo derxistina sivîlan ji cihên şer yekîneyên me yên taybet hatibûn perwerdekirin’

REQQA – Yek ji Fermandarên QSD`ê Luqman Xelîl da zanîn yekîneyên wan ên ji bo parastina sivîlan ji cihên şer û derbaskirina wan bi  cihên ewle, hatine perwerdekirin û got:”Armanca  me rizgarkirina Reqqayê ye û paşê em ê Reqqayê radestkirina şêniyên wê bikin”.

Luqman Xelîl got armana QSD`ê rizgarkirina bajarê Reqqayê  û paşê wê rêvebirina bajar  radestî şêniyên wê bikin û tekez kir ku derxistina sivîlan ji  cihên şer berpirsyariya  mirovahî û exlaqî ye.

Xelîl hemû şehîdên ku di derbasbûna  bajarê Reqqayê de şehîd bibûn bi bîr anî û got:”QSD`ê di vê mehê de dest bi hemleya rizgarkirina bajarê Reqqayê kir û di vê oxirê de me şehîd dan.  Em şehîdên bi bîr tînin û şîfa xêrê ji birîndarên xwe re dixwazin”.

Luqman Xelîl gotegotên hin dezgehên çapemeniyê derbarê koçberkirina gel di bajar û bejahiya Reqqayê de derewand û wiha dewam kir:”Armanca me sereke ya hemleya li dijî DAIŞ`ê rizgarkirina welat û gelê me ji terora ne. Em tekez dikin ku ji bo rizgarkirina gel em dikarin derbasî herêmên Sûriyê bibin. Her wiha li ser daxwaza gel, em niha li Reqqayê ne û hêzên me beşek ji bajarê Reqqayê rizgar kiriye”.

Xelîl bi lêv kir ku çeteyên DAIŞ`ê  ji bo rawestandina pêşveçûyîna şervanên QSD`ê, gundên bejahiya  Reqqa û taybet gundên Kurdan valan kirin û mayîn di malên welatiyan de çandin û got:”Çeteyên DAIŞ`ê di navbera malên  sivîlan de tunel kolandine ji bo parastina xwe ji balafiran.”

Fermandarê QSD`ê Luqman Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got:”Hêzên me tu gund vala nekirine, lê ji bo parastina sivîlan ji herêmên şer, demeke kurt ji wan herêman hatin dûr xistin û ew gihandin cihên bi ewle. Her wiha şervanên me mayînên ku çeteyên DAIŞ`ê li malên welatiyan diçînin, ji bo parastina mal û milkên wan, ew bi baldarî tevdigerin”.

Luqman Xelîl destnîşan kir ku QSD`ê herêmên ku rizgar dike, ji mayîn û bermahiyên çeteyan paqij dike da ku welatî bi selametî vegerin malên xwe û paratina welatiyan û dûrixistina wan ji herêma şer, erkekî exlaqî û mirovahî ye.

Xelîl got ku yekîneyên wan ên taybet ji bo derxistina sivîlan ji herêmên şer û gihandina wan bi cihên ewle hatine perwerdekirin û got:” Hêzên me ji bo rizgarkirina sivîlan  ji pencên DAIŞ`ê ji Reqqayê, operasyonên taybet  li dar xistine. Hemleya me ya rizgarkirina Reqqayê ji terorê didome  û piştî em  rizgar bikin em ê rêvbirina bajar radestî  şêniyên Reqqayê bikin”.

Yek ji Fermandarên QSD`ê Luqman  Xelîl hemû gotegotên hin dezgehên  çapemeniyê yên derxistina sivîlan ji herêmê derewandin û got ku armanca wan ji van gotegotan ew ku di navbera gel û QSD`ê de fitneyan çêbikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Em li bang li hemû dezgehên çapemeniyê û rojnamevanan dikin ku bila werin Reqqayê û rastiyê bi çavên xwe bînin”.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …