Ji bo avakirina yekem tabûra jinên ereb amadekarî tê kirin

HESEKE – Fermandara QSD`ê Rojda Şiyar destnîşan kir ku hejmara jinên ji pêkhateya ereb di nava QSD`ê de zêde bûye û ew niha amadekarî dikin ku rêxistinkirina wan berfereh bikin û tabûreke xweser a şervanên jin ên ereb ava bikin.

Tevlîbûna ciwanan a nava QSD`ê û bi taybet jinên ciwan zêde dibe. Fermandariya Giştî ji bo rêxistinkirina jinên ciwan ên ji pêkhateyên ereb amadekarî dike ku tabûreke xweser a şervanên jin ên QSD`ê ava bike. Di vê tabûrê de wê jinên ciwan ên hemû herêmên Sûriyê cihê xwe bigrin û de parastinê bikin.

Di vê çarçevê de Fermandara Giştî ya QSD`ê Rojda Şiyar  anî ziman ku ew niha amadekarî dikin ku tabûreke şervanên jin ên ji pêkhateya ereb ava bikin û wiha got: ʺJi bo şervanên jin ên ji pêkhateya ereb parastina xaka xwe û jinên Sûriyê bikim, em ê wan weke tabûreke xweser di nava QSD`ê de birêxistin bikin. ʺ

Rojda Şiyar di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew ê di avakirina vê tabûrê de ji hemû jinên Rojhilata Navîn re bibêjin ku jina ereb dikare di aliyê leşkerî de bibe xwedî rol û parastina xaka xwe bike.

Fermandara QSD`ê Rojda Şiyar di dawiya gotinên xwe de anî ziman ku jin li Rojavayê Kurdistanê di civakê de guhertineke mezin da çêkirin û xwedî rolekî çalake û jin li hemû herêmên Sûriyê bighîjin vê astê.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …