Ji ber topên Tirkiyê û çeteyên wê 3 sivîl mirin

EFRÎN – Ji ber topbarana Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser Efrîn, herêmên Şehba û bi taybet gundê Kefranton jin û zarok jî di nav de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 8 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk û çetyeên girêdayî wê şeva derbasbûyî gundên rizgarkirî yên herêmên Şehbayê û Efrînê topbaran kirin.  Leşkerên Tirk û çeteyan gundên Mirenar, Fîlat, Qetma, Qestelcindo ên herêma Şêra, gundê Cilber û Îska yên herêma Şêrawa topbaran kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha bajarokê Erfad (Tilrifaat) Minx, Şêx Isa û Bîlûniyê yên herêma Şehba ku ji aliyê Artêşa Şoreşgera ve hatine rizgarkirin jî topbaran kirin.

Di encama topbana li van herêman de jina bi navê Sebah Îsa jî di nava de 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha  êrîşên xwe li ser gundê Yazî Bax û Keferato yên herêma Şehbayê zêde dike. Saet di 03.00’an de bi dehan top li gundan ket. Di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên ji heman malbatê bi giranî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a Efrînê.

Navên kesên ku jiyan xwe ji desta dane  ev in: Dayika bi navê  Xezala Yûsif (40), Mûawiya EL-Yûsif (13), Tebarik EL-Yûsif (13). Birîndar jî ev in: Xensa EL-Yûsif (18), Rinda EL-Yûsif (23), Fîdaa EL-Yûsif a (19) û Aya EL-Yûsif(16).

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku rewşa hin birîndaran girane.

Gundê Kefiranton a herêmên Şehbayê  di sibata 2016’an de ji komên çete yên Cehet Fetih EL-Şam (Cebhet EL-Nesra) hate rizgarkirin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …