ji ber topan sivîl birîndar bûn, sewal nifiqîn û daran ziyan dîtin

 EFRÎN – Di encama tobarana li ser navçeya Bilbilê de 3 sivîl birîndar bûn, hejmarek sewal nifiqîn û darên zeytûnan ziyan dîtin. 

EFRIN-JE-BIR-TOPARANIN-CITEN-TERK-MAL-XLKI-XRA-BOUN (7)

Dagirkeriya Tirk û bermahiyên El-Qayîde, DAIŞ û El-Nûsra êrîşên li ser Kantona Efrînê didomîne û cihên sivîlan hedef digire.

Duh di saetên sibehê de, Artêşa Tirk a dagirker bajaroka Kotana topbaran kir. Di encamê de malên sivîlan hatin rûxandin û hejmarek sewal nifiqîn.

Her wiha top li nava erdên çandiniyê yên li derdora bajarokê jî ketin, di encamê de 12 darên zeytûnan ên beriya 40 salî hatine çandin, ziyan dîtin.

Şevê din saet di 19.30′an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bîbaka yê girêdayî bajaroka Katana ya navçeya Bilbilê jî topbaran kir. Di encamê de jinên bi navên Mizgîn Mihemed Hebeş (25), Besma Mihemed Silêman (24) û mêrê bi navê Şiyar Mihemed Bekir (30) birîndar bûn. Her wiha dibistana Şehîd Seqfan a gund ziyan dît, malên sivîlan hatin rûxandin, toreyên ceyranê jî ziyan dîtin û ceyran li ser gund qut bû. EFRIN-JE-BIR-TOPARANIN-CITEN-TERK-MAL-XLKI-XRA-BOUN (4)

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Welatiyên gundên ku rastî topbarana Artêşa dagirker û çeteyên wê tên, nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Welatiyê bi navê Nezmî Simo yê ji gundê Bîbaka da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker bi îdîaya ″hedefgirtina noqteyên leşkerî″ herêmên sivîlan dike hedefa êrîşên xwe û wiha got, ″Tu noqteyên leşkerî li gundê me nînin. Erdogan û çeteyên wî nikarin me ji gundên me derbixin. Ev êrîş hêz û îsrara me ya parastina axa me zêde dikin.″ EFRIN-JE-BIR-TOPARANIN-CITEN-TERK-MAL-XLKI-XRA-BOUN (8)

Welatiyê bi navê Menan Silêman jî ku mala apê wî rastî topbarana Artêşa dagirker û çeteyên wê hat, anî ziman ku ji ber topbaranê ceyran li gund qut bû û wiha domand, ″Êrîş û destwerdanên dijmin girêdana me bi axa me re zêde dikin. Wê Erdogan û alîgirên xwe bin bikevin.″

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …